Demirtaş: Ne ku desthilatdar, wê piştevanî, başî û hezkirin me rizgar bikin
Selahattîn Demîrtaşê ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê tê girtin, wiha gotiye: “Hay ji siheta xwe hebin. Em bi dil û diayên xwe li gel we ne.”

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Girtîgeha Edirneyê ya Tîpa Fyê mesajên xwe bi rêya parêzerên xwe rê kiriye. Mesajên Demîrtaşî li ser hesabê wî yê medyaya civakî hatine weşandin.
Demîrtaşî gotiye ku “Em jî li vir pêkanînên neyênî yên desthilatdariyê dibînin ku di rojên dawiyê de zêde dibin. Bila daxwaza me ya hesabpirsînê zindî be. Bila pêkanînên cidaxwaz ên desthilatê kêfa me têk nebe. Lewre em ne bêhevî ne.”
Demîrtaşî peyameke xwe ya kevn a li Meclîsê bibiîr xistiye ku tê de wiha gotiye: “Ne ku desthilatdar, wê piştevanî, başî û hezkirin me rizgar bikin. Bila kêfa we têk nece. Hay ji siheta xwe hebin. Em bi dil û diayên xwe li gel we ne.” (EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.