Demirtaş ê ku Tanrikulu serdana wî kir: Bi “NA”yê wê pêşiya Tirkiyê vebe

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) ê Stenbolê Sezgin Tanrikulu 21ê Adarê roja Newrozê (duh) li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê, serdana Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş kir.
Tanrikulu derbarê serdana di girtîgehê de ji bianetê re axivî û diyar kir ku wî serdan ne bi munasebeta Newrozê pêk aniye. Tanrikulu herwiha destnîşan kir ku hevaltiya wî û Demirtaş ji dema ku Serokê Baroya Amedê bû tê û hevdîtin jî weke hevdîtineke taybet binav kir.
Tanrikulu ku derbarê rewşa tenduristiyê ya Demirtaş de agahî stand got ku rewşa tenduristî û marolê Demirtaş gelekî baş e.
Tanrikulu ragihand ku Demirtaş ji bo Newrozê gotiye “Ev Newroz bûye sembola daxwaza me ya aştiyê” û derbarê referandûma serokatiyê de jî nirxandin kir ku wê di 16ê Nîsanê de lidar bikeve.
Tanrikulu got ku Demirtaş di hevdîtinê de ev tişt gotiye:
“Hincetên me yên derbarê ‘NA’yê de cüda bin jî metirsiyên me hevbeş in. Ji ber ku HDP jî partiyeke Tirkiyê ye metirsî û endîşeyên me derbarê vî welatî de ye. Di 16ê Nîsanê de bi ‘Na’yê dê pêşiya Tirkiyê vebe.”
(TP/EKN/FD)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
