Dema qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê hatiye dirêjkirin
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê qedexeya çûnûhatinê heta 10ê Nîsana 2020an dirêj kiriye.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Sêşemê 31ê Adarê ragihandiye ku di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê de qedexeya hat û çûnê ji bo 10ê Nîsana 2020an hate dirêjkirin.
Qedexeya çûnûhatinê beriya niha li seranserê Herêma Kurdistanê heta 1ê Nîsanê hatibû ragihandin.
Li gor amarên ku Wezareta Tendirsutiyê belav kirine, hejmara giştî ya haletên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 li Herêma Kurdistanê gihîşte 170 kesan, ku 61 kes ji wan baş bûne û ji destpêkê ve heta niha 2 kes jî mirine. (FD)
Çavkanî: Rûdaw
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.