Dema desteserkirina rojnameger Berîvan Altanê dirêj kirine
Berîvan Altan, nûçegîhana Mersînê ya Ajansa Mezopotamyayê ji 26ê Çiriya Paşiyê û vir ve desteserkirî ye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dema desteserkirina Berîvan Altan, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê ji bo çar rojên din hatiye dirêjkirin.
Polîsan di 26ê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê bi ser mala Berîvan Altanê de girtibû û ew desteser kiribû.
Polîsan Altan biribû Mêrsînê.
Li ser medyaya civakî kampanya hatibû li dar xistin
Piştî ku Altan hatibû desteserkirin “biryara sînordarkirinê” ji bo lêpirsîna wê hebû. Ev biryar rabûye.
Rojnamegeran ji bo serbestiya Berîvan Altanê li ser medyaya civakî kampanya dabûn destpêkirin. (EMK/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.