DEM Partiyê 7 bajarên ku wê namzetan lê nîşan bide eşkere kir
DEM Partî li Enqere, Antalya, Bolu, Konya, Kocaelî, Kayserî û Samsûnê ji bo hilbijartina herêmî dê namzetan nîşan bide.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de û dengdayîna gel a têkildarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de li avahiya Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Doganê destnîşan kir ku wê di 13-14ê Kanûna Paşiyê de li 90 herêman sindoq bên danîn û nêzî 100 hezar delege dengê xwe bidin.
Her weha Doganê da zanîn ku ew ê li Enqere, Antalya, Bolu, Konya, Kocaelî, Qeyserî û Samsûnê namzetan nîşan bidin.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.