DEM Partî: Em ê Ermenekê nedin jibîrkirin
DEM Partiyê têkildarî 10emîn salvegera karesata madenê ya li Ermenekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Em ê têkoşîna xwe ya nan û edaletê mezin bikin.”

Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî salvegera komkujiya madenê ya Ermenekê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
DEM Partiyê 18 karkerên ku di kana komirê ya Madenvaniya Has Şekerler a nêzî gundê Pamûklû yê girêdayî navçeya Ermenek a Karamanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr xist.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” parve kir de wiha got:
“Em ê komareke demokratîk û civakî ku cînayetên kar, cînayetên jinan, komkujiya xwezayê lê çênebin, kedkar mafê xwe bigirin û aştî, azadî û edalet lê pêk were ava bikin.”
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.