Dayika Şemiyê Asiye Aydemîrê koça dawî kiriye
Huseyîn Aydemîr, kurê Asiye Aydemîrê 28 sal berê di dema desteserkirinê de hatibû windakirin. Asiye Aydemîr ji wê demê ve ji bo edaletê têdikoşe.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Huseyîn Aydemîr di sala 1995an de di 34 saliya xwe de hatibû desteserkirin û ji wê demê ve ti agahî ji nayê stendin. Dayîka wî Asiye Aydemîr duh koça dawî kiriye.
Dayîka Şemîyê Asiye Aydemîr li Amedê dijîya. Duh hatiye binaxkirin.
Agahiya mirina wê Dayîkên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan(IHD) dane.
Dayikên Şemiyê û IHDyê peyam belav kiriye û gotiye:
"Dayika me Asiye, dayika Huseyîn Aydemîr ê ku di sala 1995an de di dema desteserkirinê de hat windakirin, koça dawî kir. Ji ber mirina dayikeke din a bêyî bigîhêje edalet û kurê xwe em gelek xemgînin. Em ji malbata Aydemîr û hemû hezkiriyên wê re sersaxiyê dixwazin."(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.