Daxuyaniyek dê ji bo Onderoglû, Korur Fîdanci û Nesînî li Galatasarayê bê xwendin
Erol Onderoglû, Şebnem Korur Fîdanci û Ahmet Nesîn duhî bi hêceta wan propagandaya rêxistina terorî kirine hatin girtin, îro ji bo wan li Galatasarayê, li siet 19:30ê daxuyaniyek dê bê xwendin.
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Girtina Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanciya seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV), Erol Onderoglûyê Raporên Çavdêriya li Medyayê, ji bo bianetê amade dike û berpirsê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas û Ahmet Nesînê nivîskar dê îro bê protestokirin.
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê(TGS), Konfederasyona Karkerên Şoreşger(DISK) û Sendîkaya Çapgerî, Weşangerî û Xebatkarên Çapxaneyan(Basin-Îş) dan zanîn ku ew ê li Galatasarayê, girtina her sê rojnamegerên hatîn girtin protesto bikin.
Onderoglû, Korur Fîdanci û Nesîn bi dorê her yek ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşana Ozgûr Gûndemê.
Li roja berpirsiyariya wan hat îdiakirin ku wan propagandaya terorê kiriye û bi vê hêcetê duhî ew hatin girtin(EKN/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.