Dadgeheka Mûşê heft sal û şeş meh cezayê girtinê daye Taşkina rojnameger

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê, Seda Taşkin 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê “ji ber gilîyeka ciddî” desteser kiriye. Piştî îtiraza dozgerî/ê polîsan 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê ew li Enqereyê dîsa girtiye.
Duhî Dadgeha Cezayên Giran a 2. a Mûşê heft sal û şeş meh cezayê girtinê daye Taşkina rojnameger. Parêzerên rojnamegera navborî Gulan Çağın Kaleli û Ebru Akkan beşdarî rûniştina dadkirinê bûne. Seda Taşkin bi rêya SEGBISê(Sîstema Peywendîdanê ya bi Deng û Dîmenan) beşdar bûye.
"Min karê xwe kiriye"
Taşkinê diyar kiriye ku wê karê xwe yê rojnamegeriyê kiriye. Dema wê kar dikir emniyetê bangî wê kiriye ew çûye wê derê û hatiye girtin.
Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê” û “bêyî ku bibe endam alîkariya rêxistinê” ceza daye Seda Taşkinê.
(EMK)
Çavkanî: Mezopotamya Ajans