Dadgehê di biryara bi hêcet de ji bo rojnameya Ozgur Gundemê gotiye “qaşo rojname ye”

Îbrahîm Karakaş, xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê di 6ê Çiriya Paşiya 2020an de li Edeneyê hatibû girtin. Dadgehê bi hêceta xebatên rojnamevaniyê û hin îfadeyên şahid bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Karakaş birîbû. Biryara hêcetê ya dadgehê ya derbarê Karakaşî ku li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F de tê ragirtin eşkere kiriye. Di biryara hêcetê de xebatên rojnamevaniyê û beyanên bersûcê îtîrafker wek sûc nirxandiye û dadgehê di biryara xwe de ji rojnameya Ozgur Gundemê re jî gotiye “qaşo rojname ye.”
Parêzerê Karakaşî, Turgay Bek biryara hêcetê nirxandiye û daye zanîn ku xebatên rojnamevaniya miwekîlê wî Karakaş hemû wek delîliya “endamtiya rêxistinê” hatiye nîşandan. Bek biryarê wek “xeternak” şîrove kiriye û dadgeh rojnameyek bi salan weşanê dike wek rojname nabîne û xebatên wî rojnamevaniyê wek sûc dihesibîne.
Bek diyar kiriye ku wî biryar şandiye Dadgeha Îstînafê û îtîraz kiriye.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê