Dadgehê biryara zeftkirina Ferhat Tûnçî daye
Hunermend Ferhat Tûnç ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî bi sûcê “heqaret li serokomar kiriye” tê dadgehkirin. Dadgehê biryara zeftkirina Tûnçî daye.

Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber parvekirinên wî yên medya civakî yên 2016an bi sûcê “heqaret li serokomar kiriye” doz li stranbêj Ferhat Tûnçî hatibû vekirin. Danişîna Tûnçî li 14em Dadgeha Cezayê Esliyê ya Buyukçekmeceya Stenbolê pêk hatiye.
Lijneya dadgehê di danişîna berê de, ji bo îfadeya Tûnçî bigirin daxwaza “ piştgiriya edlî” li dezgehên Almanyayê kiriye, ku Ferhat Tûnç li wir dijî. Almanyayê ev daxwaz qebûl nekiriye.
Dadgehê biryara zeft kirina Tûnçî daye û danişîn taloqî 23ê Sibata 2021an kiriye. (TP/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.