Dadgehê biryara serbest-berdana parlamenterê HDPyê yê Îdirê da
Polîsan parlamenterê Îdirê, Mehmet Emîn Adiyaman desteser kiribû, Dadgeha Enqereyê biryara serbest-berdana parlamenterî da.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) yê Îdirê, Mehmet Emîn Adiyaman desteser kiribû, Dadgeha Enqereyê biryara serbest-berdana parlamenterî da.
Adiyaman bi tometa “propagandaya rêxistinê” hatibû desteserkirin.
Adiyamanî tiştên ew pê tê sûcdarkirin red kirin. Wî da zanîn ew ji bo şîna Hikmet Çarikî beşdarî rêûrismên şînê bûye. Eşkere kir ku Çarik ne yek ji endamên PKKyê bûye.
Adiyamanî da zanîn ku wî parêzeriya Çarikî kiriye.
Piştî îfade-danê Adiyaman serbest hat berdan.
Hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî tê de 12 parlamenterên HDPyê di girtîgehê de ne. (ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.