Dadgehê biryara girtinê ya 3 rêvebirên HDPyî daye
Sevda Sûbaşi, Hevseroka Bajarê Qersê a HDPê jî di nav de 3 kes hatine girtin. Ev kesana di 12ê Sibatê de hatibûn desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Sevda Sûbaşi, Hevseroka Bajarê Qersê a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) jî di nav de 3 kes hatine girtin. Ev kesana di 12ê Sibatê de hatibûn desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî a Qersê bi rê ve dibe îfadeyên li emnîyetê yên Sevda Sûbaşi, Hevseroka Bajarê Qersê a HDPê, Zekî Şûr, di rêvebiriya bajar a HDPê de ye, 2 kesên ku di rêvebiriya navçeya Dîgorê a HDPê de ne û kesek k udi rêvebiriya HDPya Îdirê de ye temam bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê piştî ku kontrola tenduristiya wan hatine kirin ji bo edliyeyê hatine sewqkirin. Dadgehê biryara girtina Sevda Sûbaşi, Hevseroka Bajarê Qersê a HDPê jî di nav de ya 3 kesan daye.
2 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest mane.(TP/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.