Doza Parêzeran
Dadgehan 159 sal û mehek û 30 roj cezayê girtinê daye 18 parêzeran

Xêz: Murat Başol
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
20 parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasên Hevdem(ÇHD) û Bûroya Hiqûqê ya Gelî(HHB) îro hatin dadkirin. Şeş parêzerên hatîn dadkirin di heman demê de girtî ne.
Rûniştina sêyem ya dadkirina 20 parêzeran îro li Dadgeha Cezayên Giran a 37. ya Stenbolê hat pêkanîn.
Bersûcên ne girtî yên bi navê: Ahmet Mandacı, Zehra Özdemir, Ayşegül Çağatay, Yağmur Ereren, Didem Baydar Ünsal, Yaprak Türkmen, “bi zanebûnî û bi dilê xwe alîkariya rêxistinê” ceza standine.
Çağatay, Ereren, Baydar Ünsal û Türkmenî sê sal û 9 meh ceza standin.
Ji ber ku Oya Aslan û Günay Dağ firarî ne dosyeya wan nehat girtin.
Wan bersûcên dî bi sûcê “endambûna rêxistinê ceza standin:
Barkın Timtik: 18 sal 9 meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Özgür Salmaz: 13 sal 6 meh, cezayê girtinê û biryara girtina wî hatiye dayin.
Ebru Timtik: 13 sal 6 meh cezayê girtinê, biryara girtina wî.
Behiç Aşçı: 12 sal meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Şükriye Erden: 12 sal meh cezayê girtinê û biryara girtin.
Selçuk Kozağaçlı: 10 sal 15 meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Engin Gökoğlu: 10 sal 6 meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Mehtaç Ünsal: 10 sal 6 meh cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Süleyman Gökten: 10 sal 6 meh hapis ve yakalama kararı çıkarılmasına,
Mehçan Çiçek: 9 sal cezayê girtinê û dewamkirina rewşa girtîbûnê stand.
Naciye Demir: 9 sal cezayê girtinê.
Ezgi Çakır: 8 sal cezayê girtinê.
(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
