Dadgeha Stenbolê Nadîre Matera rojnameger dad kir

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dadgeha 22. a Cezayê Giran a Stenbolê, doza ‘’Nobedariya Berpirsiyarîya Weşana Ozgûr Gûndemê’’ bi rê ve bir.
Dadgehê Nadîre Matera ku bûbû nobedara berpirsiyarîya weşana Ozgûr Gûndemê û berpisê weşana heman rojnameyê, Înan Kizilkaya îro dad kir.
Berpirsên RSFyê(Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas) Erol Onderoglu, Lucie Marillon, Johann Bihr, Rubina Mohring, Anne Renzebrink û parlamenterê HDPyê yê Stenbolê Garo Paylanî li dadkirinê temaşe kir.
Materê got:
‘’Ez rojnameger im, welatî me. Nobedariya ji bo Ozgûr Gûndemê tam li gor cihê ez wek rojnameger û welatî lê disekinim e. Ji ber ku wek welatî ez qebûl nakim ku mafê min ê agahî standinê bê astengkirin, wek rojnameger jî ez qebûl nakim mafê min û hemî rojnamegeran ê nûçe çêkirinê bê astengkirin an jî sînorkirin.’’
Parêzera Materê, Merîç Eyûpoglûyê got:
‘’Tiştê li vê derê minaqeşe li ser tê kirin azadiya xwe-îfadekirinê ye. Ew kesa ku ez diparêzim li bianetê dixebite û bianet ji sala 2000ê ve bi dewamî Rapora Çavdêriya li Medyayê amade dike, em ê van raporan bidin dadgehê.’’
Fîkret Îlkîzê parêzer diyar kir ku dozgerê dozê bi rê ve dibe bi sûcê ‘sixurîya leşkerî û siyasî û endamîya FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir)’ tê dadkirin û çênabe ev dozger dozan bi rê ve bibe.’’
Kizilkaya: Her tiştên ku behsa wan tên kirin nûçe ne
Kizilkayayî ho got:
‘’Her tiştên ku behsa wan têne kirin nûçe ne û beşek ji azadiya xwe-îfadekirinê ne. Ji beriya 7ê Hezîranê hemî rojnameger diçûn Qendîlê û hevpeyvîn dikirin. Lê dema ku konjoktûr guherî doz li rojnameya me hat vekirin. Hemî tiştên doz lê hatine vekirin ji bo agahdarkirina gelî ne.’’
Mater: ‘’Hevgirîya digel Ozgûr Gûndemê, dîyarkirina nerazîbûna ji vê rewşê ye.’’
Materê da zanîn ku niho 120 rojnameger di girtîgehê de ne, înternet û medyaya civakî tê astengkirin. Materê ev gotin li axiftinên xwe zêdekirin:
‘’Ev rewş wê yekê nîşan dike ku dengên cida têne veşartin, welê tê kirin neyên bihîstin, medya ber bi yek-rengîyê ve diçe.
’’Hevgirîya digel Ozgûr Gûndemê, dîyarkirina nerazîbûna ji vê rewşê ye.
‘’Bi niyeta nûçeyan hin çîrok têne nivîsîn û tê îdiakirin ku bêalî ne lê ev yek bi tenê îdiayek e. ‘’
Materê da zanîn ku di vê rewşa pevçûn/şer/hewildana derbekirinê û di rewşa piştî hewildana derbekirinê de ew ê nûçeyên aştîparêz çêbike û li ser vê yekê dewam bike.
Materê eşkere kir ku li ser polîtîkayên weşanê bi tenê rojnameger û xwendevan û rêxistinên rojnamegerîyê dikarin biryarê bidin.
‘’Azadiya xwe-îfadekirinê, azadiyeka xwe îfadekirinê ye, ti kes nikarin mûdaxaleya vê azadiyê bike. Dadgeh jî.’’
(ÇT/MB)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
