Dadgeha Qanûna Bingehîn: Dozgeran karê xwe nekiriye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku di bûyera ku bi fîşeka gazê polîsan welatîyek birîndar kiribûn de dozgeran karê xwe nekiriye.
Dema welatî birîndar bûyî dozgeran di heqê polîsan de lêpirsîn nedaye dest pê kirin. Serhat Ölğenê ku bi fîşeka gazê ya polîsan birîndar bûbû serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye.
Dadgehê li ser daxwaza wî li ser bûyerê lêkolîn daye dest pê kirin. Li gor biryara dadgehê piştî ku Serhat Ölğen birîndar bûyî polîsan ew bi wî hatî desteser kiriye û hingavtiye, digel vê yekê jî dozgeran tiştek nekiriye.
Dozgeran piştî bûyerê ne delîl dane komkirin ne jî qeydên fermî amade kirine. Li gor dadgehê divîya dozgeran ji kamêreyên ewlehiyê li bûyerê binêriya, guh bidaya şahidên bûyerê û li gor wê dest bi kiriyarên fermî bikira lê dozgeran karê xwe nekiriye. Miameleya xerab, îşkence li welatîyî hatiye kirin.
(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
