Dadgeha Destûrê: Hewce nake em biryara betalkirinê ya parlamenteriya Can Atalayî gotûbêj bikin
CHP û Parlamenterên Atalayî li dijî biryara betalkirina mafê parlamenteriyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn.

Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo serlêdana derbarê “betalkirina parlamenteriya Can Atalayî” de civiya.
Civata Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn îro pêk hat û Endamên Civatê diyar kir ku “hewce nake ew biryarê bidin.”
Partiya Gel a Komarî (CHP) û Parlamenterên Atalayî li dijî biryara betalkirina mafê parlamenteriyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Di serlêdanan de hatibû diyarkirin ku “bila dadgeh biryara betalkirina mafê parlamenteriyê, tüne bihesibîne.”
Li gorî nûçeya AAyê, Dadgehê biryar bi pirdengî daye. (RT/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.