Dadgeha Bilind cezayê rojnameger Azîz Orûçî betal kiriye
Rojnameger Azîz Orûç ji ber ku di dema xwendekariya xwe de tevlî çalakiyek bûye 6 sal û 3 meh ceza xweribû. Dadgeha Bilind ew cezayê Orûçî betal kiriye.

Fotograf: Aziz Oruç / Facebook
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
8em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ku niha hatiye girtin, di sala 2011an de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabû rojnameger Azîz Orûçî. Dadgeha Bilind ew cezayê Orûçî betal kiriye.
Oruç dema li Zanîngeha Pakûkkaleyê ya Denîzliyê xwendekar bûye ji ber ku beşdarî çalakiyan bûye bi iddiaya ku “endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” Dadgeha Îzmîrê li gorî xala 220/6a Qanûna Cezayê Tirk cezayê girtîgehê lê birîbû.
Dadgeha Bilind dosyeya Orûçî di sala 2018an de qebûl kiribû. Her weha Dadgehê lêkolîna dosyeyê di 28ê Hezîrana 2021an de qedandiye û biryara betalkirina dosyeyê ango cezê daye.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.