Dadgeha Bilind cezayê heta hetayê yê 71 xwendekarên leşkeriyê betal kiriye
Dadgeha Bilind biryar daye ku beşek ji xwendekarên Akademiya Cengê ya Hewayî yên ku ji ber tevlibûna "hewldana derbeyê" ya 15ê Tîrmehê cezayê muebbetê li wan hatibû birîn, bên berdan. Ev biryar bi rêya peyamên medyaya civakî ji malbatên xwendekaran hatiye hînbûn.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Bilind biryara derbarê 71 xwendekarên leşkerî yên ku di çarçoveya dosyaya Sultanbeyliyê de di darizandinên hewldana darbeya 15ê Tîrmehê de
cezayê muebbetê li wan hatibû birîn, betal kiriye.
Di 15ê Tîrmehê de ji bo 116 xwendekarên Dibistana Cengê ya Hewayî bi hinceta ku beşdarî "hewldana derbeyê" bûne cezayê muebbetê li wan hatibû birîn. Biryara tehliyeyê ji bo beşeka van xwendekaran e.
Xizmên xwendekarên girtî li ser medyaya civakî parve kirine ku tehliyekirina xwendekarên girtî dest pê kiriye.
Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglû ku rewşa girtiyên 15ê Tîrmehê û mexdûrên wan ji nêz ve dişopîne, li ser hesabê xwe yê Twîtterê agahiya têkildarî biryarê ragihandiye.(AEK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.