Ciwanê ku li Êlihê îşkence lê hatibû kirin, girtin
4 kesên ku li Êlihê di çalakiyên tayînkirina qeyûm de bi lêdanê hatibûn desteserkirin hatin girtin.

Li Êlihê di 4ê Mijdarê de Mizgîn Sonuk, xwişka Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonukê, Endamên Meclîsa Şaredariyê Ozdemir Çelik, Hatice Taş û Yûsûf Kaya hatibûn desteserkirin. Her weha Kaya bi îşkenceyê hatibû desteserkirin.
Piştî îfadeyên wan li emniyetê bi dawî bû birin edliyeyê.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê 4 kes bi daxwaza girtinê ji bo Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Nobedar hatin şandin.
Dadgehê bi tohmeta ku “li dijî wezîfedaran li ber xwe dane” biryara girtina her çar kesan jî da.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.