Civîna “10 salên bêyî Hirant Dînkî” dê bê pêk anîn
Civîn dê di 13ê Kanûna Paşiyê de pêk bê. Piştî temembûna 10 salan minaqeşe dê bên kirin ka doza Hirant Dînkî di çi astê de ye û divê çi bên kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Antikapîtîlîstler(Yên Li Dijî Kapîtalîzmê) û Platforma DurDe(Bêje Bisekine) piştî temambûna 10 salan ku berpirsê weşana rojnameya AGOSê hatiye kuştin dê civîneka bi navê “10 salên bêyî Hirant Dînkî” pêk bîne.
Civîn dê di 13ê Kanûna Paşiyê de li Salona Civînan a Cezayîrê, siet 19.00 bê pêk anîn.
Li civînê Ferhat Kentel, Omer Faruk Gergerlioglû û Tatyos Bebek dê biaxivin. Nuran Yûce dê birêvebiriya civînê bike.
Di vexwendnameyê de hatiye gotin ku:
“Vê demê hatiye zanîn ku ji beriya salekê dihat zanîn ku [Hirant Dînk] dê bê kuştin. Rayedar sûcî dikin stoyê hevdu.
“Ev deh sal in ji bo girtina sûcdaran gaveka berbiçav nehatiye avêtin. (NV/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.