Cezayê pere li Amedsporê birîn
Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel, piştî maça Înegolsporê 84 hezar TL ceza li Amedsporê birî.

Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel(PFDK) 84 hezar TL ceza li Amedsporê birî. Amedspor di Koma Sor a Lîga 2emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê(TFF) de yekemin e.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji bo birîna ceza jî, dema maça di navbera Amedspor û Înegolsporê de dihat lîstin “bûyerên ku alîgir bûne sedem” wek hincet hatiye nîşandin.
Amedsporê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye ku ew ê li dijî cezê îtiraz bikin.
Amedsporê di maça 7ê Nîsanê da Înegolspor bi 5-2an têk bir û di Koma Sor a Lîga 2emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê(TFF) de puanê xwe derxist 74an.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.