Cendermeyan bi ser mala redkarê wijdanî Halîl Savdayî de girt

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Cendermeyan bi ser mala aktivîstê mafên mirovan û redkarê wijdanî Halîl Savda ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê girt ku malbata wî li wir dijî.
Cendermeyan saet derdora 07.00ê bi wesayitên bizirxî girt ser malê û nêzîkî nîv saetê mal di dorpêçê de hişt.
Savda derbarê bûyerê de ji bianetê re peyama nivîskî şand û got ku di dema lêgerîna malê de dest danîne ser nameyên girtîgehan yên geleki kevn û hin fotograf. Savda herwiha destnîşan kir ku dîsa cendermeyan dest danîne ser hin nameyan ku Rêxistina Efûya Navdewletî li hemberî cezayê ji ber sûcê “sarkirina gel ji leşkeriyê” ji bo piştgiriyê ji wî re şandibûn.
Savda diyar kir ku derbarê wî de ti lêpirsîn an jî dozên hatine vekirin nînin û cendermeyan sedema serdegirtina malê de ji birayê wî re destnîşan kirine ku “divê biçe dozgeriyê û îfadeyê bide”. (EKN/FD)
Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
.jpg)
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?

PARÊZER MAHSÛNÎ KARAMAN
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”

Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye

Atîlla Taş dîsa hat girtin
