Çêdibe parêzbendiya Le Penê bê betalkirin
Berbijara serokkomariyê ya Fraansayê Marine Le Penê ji ber ku wêneyên înfazkirinê yên DAIŞê belav kiribû lêpirsînek lê hatiye vekirin û çêdibe parêzbendiya wê bê rakirin.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berbijara serokkomariyê ya Fraansayê Marine Le Penê ji ber ku wêneyên înfazkirinê yên DAIŞê belav kiribû lêpirsînek lê hatiye vekirin û çêdibe parêzbendiya wê bê rakirin.
Le Pen seroka partiya rastgir a bi navê Partiya Çepera Neteweyî(Front National, FN) ye û ji bo serokkomariya Fransayê jî berbijariya xwe îlan kiriye.
Di roja Pêncşemê de li ser mijarê Parlamena Ewropayê dê bicive û heke perleman biryarê bide parêzbendiya Le Penê dê bê betalkirin.
Li gor qanûnên Fransayê ew kesên dîmenên tûndkariyê belav dikin, 3 sal cezayê girtîgehê an jî 75 hezar Euro cezayê pereyî distîne.(TP/ÇT)
Me ev nûçe ji malpera Le Monde û Le Pointê berhev kiriye.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.