Çavûşoglûyî ji Wezîra Swêdî re gotiye: “Ez ji polîtîkaya we ya feminîst aciz bûm”

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî îdiayan, li Berlînê di dema civîna Wezîrên Karûbarên Derve yên NATOyê de, di navbera Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglû û Wezîra Karûbarên Derve ya Swêdê Ann Lindeyê de nîqaş derketiye û Çavûşoglûyî dengê xwe bi ser Lindeyê de bilind kiriye.
Di 14ê Gulanê de li Berlînê bi mazûbaniya Wezareta Karûbarên Derve ya Almanyayê û bi tevlêbûna wezîrên karûbarên derve yên welatên endam ên NATOyê civînek pêk hatiye. Dîplomatekî/e NATOyê bi Reutersê re axiviye û gotiye ku di vê civînê de Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglûyî ji bo pêşniyara endamtiya Swêdê were qebûl kirin, hin şert avêtine holê û "dengê xwe li ser" hemtaya xwe ya swedî, Ann Lindeyê de bilind kiriye.
Dîplomatekî/e din jî ji Reutersê re behsa heman civînê kiriye û diyar kiriye ku rewşeke aloz hebû: "Ji bo me demeke dîrokî bû û Çavûşoglûyî got ew ji 'polîtîkaya femînîst' a Lindeyê aciz e û hestan gelekî îstismar dike.”
Dîplomatê/a ku nexwestiye navê wî/ê were nivîsîn gotiye: "Me hewl dida, bi rastî jî me hewl dida ku em fam bikim bê ka hemtayê me yê tirk çi dixwaze. 'Şermezarî bû".
Çavkaniyî/ê diyar kiriye ku "Daxuyaniyên ji Finlandiyayê hatine dayîn, bi rêk û pêk hatibûn amadekirin, şîroveyên wî nabin alîkar ji bo armanca endamtiyê ya NATOyê."
Ji Tirkiyeyê jî çavkaniyeke dîplomatîk ji Reutersê re gotiye, Çavûşoglûyî helwesta Tirkiyeyê bi rengekî hurmetdar aniye ziman û ew îdiayên din qebûl nekiriye.
Wezareta Karûbarên Derve ya Swêdê, bersiv nedaye dawxaza şîrovekirina rewşê ya Reutersê. (EMK/FD)