Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a ji bo "Azadiya Ocalanî" 26 roj in dewam dike
Çalakiya girtiyan wê heta 15ê Sibata 2024an bidome ku salvegera anîna Abdûllah Ocalanî ya Tirkiyeyê ye.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 26 roj in di greva birçibûnê de ne. Girtiyan di 27ê Çiriya Paşiyê de Ji bo “tecrîta li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî bi dawî bibe” û ji bo “pirsgirêka kurd çareser bibe” dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Çalakiya girtiyan wê heta 15ê Sibata 2024an bidome ku salvegera anîna Abdûllah Ocalanî ya Tirkiyeyê ye.
- Di 27ê Çiriya Paşiyê ango Mijdarê de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê civînek li dar ketibû û di encama civînê de avabûna PKKyê hatibû ragihandin. Di 15ê Sibata 1999an de Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan bi operasyoneke navnetewî, anîbûn Tirkiyeyê.
(FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.