Biryara doza Nuh Koklûyê rojnameger: Girtina heta hetayê

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nuh Koklû dema ku li taxa Kadikoya Stenbolê bi gulatên berfê digel hevalên xwe dileyîst esnafekê bi navê Serkan Azizoglu ew bi kêran kuştiye.
Dadgeha Cezayên Giran a 4em a Stenbolê, biryar li ser Serkan Azizogluyî da ku ew ê heta hetayê di girtîgehê de bimîne.
Malbata Nuh Koklû, parlamenterên CHP û ODPyê jî li dadgehê bûn.
Parêzerê Nuh Koklûyî li dadgehê gotiye: ‘’ Ew kesê bersûc ji destpêka bûyerê ve tûndkarhi kiriye û her ku çûye tûjtir bûye. Ti tiştên we bike tûndkarî lazim be tinebûye. Serkan Azizogluyî bi zanebûnî Nuh Koklû kuştiye.’’
Tanayildiz: ‘’Mesele ne gulatê berfê ye, tirsa ji şkestina caman e.''
Parêzerê Serkan Azzogluyî, Yener Tanyildizî jî gotiye: ‘’ Ti kiriyarên bi zanebûnî û qesta xerab nîne. Bersûc tirsiyaye ku camên wî bişkên. Bersûc ne kesekê maldar e û ji bo wî kirîna camekê bihayek zêde ye.’’
Azizoglûyê bersûc jî gotiye rewşeka qesta xerab çênebûye. Şer derketiye wî nezaniye çawa çêbûye û dema ew li erdê ketiye, wan kesên dî pehîn li wî dane.
Biryar
Dadgehê biryar daye ku Serkan Azizoglu heta hetayê di girtîgehê de bimîne.