Biryara derbarê kêmtirîn mehaneyê, di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin
Biryara derbarê kêmtirîn mehaneyê ya karkeran, di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Li gorî vê biryarê heqdestê rojekê yê karkeran wê 166 lîre û 80 quriş e.

Fotograf: Zeynep Kûray
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biryara derbarê kêmtirîn mehaneyê ya karkeran, di Rojnameya Fermî de weşiyaye. Komîsyona Diyarkirina Kêmtirîn Mehaneyê ev biryar dabû û li gorî vê biryarê heqdestê rojekê yê karkeran wê 166 lîre û 80 quriş e.
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê, Recep Tayyîp Erdogan, duh tevlî endamên Komîsyonê civîneke çapemeniyê li dar xistibû û gotibû ku kêmtirîn mehane bûye 4 hezar û 250 TL.
Biryar wê di 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan de pêk were û heta 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2022na de dewam bike. Endamên Komîsyonê ev biryar bi yekdengî qebûl kiriye.
- Kêmtirîn mehane “zêde kirine”: Kêmtirîn mehaneya ku nû hatiye diyarkirin ango 4 hezar û 250 TL dike nêzîkî 280 dolarî. Di sala 2021an de kêmtirîn mehane 2 hezar û 825 lîre û 9 quriş bû. Di serê salê de ew mehane beramberî 380 dolarî bû. Bi kêmtirîn mehaneya sala 2021an de hezar û 833 simît dihatin kirîn, lê bi ya niha hezar û 214 simît tên kirîn.
(TP/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.