Bînalî Yildirimê serokwezîr: 17ê Tîrmehê Lijneya Halê Awarte dê dest bi karê xwe bike
Bînalî Yildirimê serokwezîr, digel nûnerên organên medyayê civîya bersiva pirsên li ser rojevê da.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bînalî Yildirimê serokwezîr, digel nûnerên organên medyayê civîya bersiva pirsên li ser rojevê da.
“[Lijneya Halê Awarte] dê li 17ê Tîrmehê dest bi karê xwe bike. Niho rêyên dadkirinê ji bo wan kesên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ji karê wan hatine avêtin girtî ne. [Lijne] dê rêyên dadkirinê vekin.
“Heft dadgeh û nêzîkî 200 pispor dê li lijneyê cih bigirin. Ew dê lêbikolin û yek bi yek ji bo hemî dosyeyan biryarê bidin. “
Di Kanûna Paşiyê de hatibû avakirin
2yê Kanûna Paşiyê, Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar dîwana wezîran kom kir û digel dîwanê biryar da divê Lijneya Halê Awarte bê avakirin.
Lijne dê çi bike?
Karê bingehîn ê lijneyê ew e ku dê serlêdanên wan kesên ji karî hatne avêtin kontrol bike û biryarê li ser bide. (AS/MB)
Wêne: DHA - Enqere
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.