Bi 374 dengan maddeya didoyê ya li ser parêzbendiyê hat erêkirin
Cara didoyê, dengdana ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên li parlamentoya Tirkiyeyê pêk hat. 374 parlamenteran daxwaza guhertina qanûnê erê kir.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li parlamentoya Tirkiyeyê ji bo guhertina Makezagonê(Qanûna Bingehîn) deng têne dayin ku parêzbendiya parlamenteran bêne rakirin.
Ji bo maddeya didoyê 374 dengên erênî, 136 dengên neyînî, 4 dengên bêbiryar, 11 dengên vala û dengekê şewitî derketin.
Cara yekê 357 dengên erênî û 149ên neyînî derketibûn.
Heke cara sêyem 367 dengên erênî derbikevin qanûn dê bi erêkirina Serokkomarê Tirkiyeyê, bikeve di makezagonê de.
Heke ji 367 dengan kêmtir be ji bo guhertina qanûnê referandûm dê bê kirin.(BK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.