Belgefilma “Siya Avê” wê li Êlihê bê nîşandan
Belgefilma bi navê “Siya Avê” ya behsa rewşa Heskîfê dike wê 16ê Sibatê li Êlihê cara pêşiyê were nîşandan.

Belgefilma “Siya Avê” bi derhênêriya Metîn Yoksû, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê hatiye amadekirin û behsa rewşa Heskîfê dike.
Belgefîlm wê 16ê Sibatê cara pêşiyê li Êlihê were nîşandan. Di belgefîlmê de behsa gundên di bin avê de hatine hiştin, ava Çemê Dîcle û Heskîfê bi berfirehî tê kirin. Belgefîlm wê li Navenda Çandê ya Ahmet Guneştekînî ya Şaredariya Êlihê bê nîşandan.
Di belgefîlmê du jinên ji gundê Ewtê ya girêdayî navçeya Misirca Sêrtê qala çîroka xwe û gundê xwe û bendavê dikin ku gundê wan di bin avê de maye. (FD)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.