Belemeke koçberan li Çanakkaleyê noqî avê bû: 8 kes mirin
Waliyê Çanakkaleyê ragihand ku 4 kes rizgar bûn, di nava miriyan de 2 pitik hene.

Li navçeya Eceabatê ya Çanakkaneyê belemeke koçberan noqî avê bû. Piştî bûyer hate bihîstîn, tîmên ewlehiya peravan, cenderme û yên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Li gorî nûçeya di AAyê de hatiye weşandin, Waliyê Çanakkaleyê Îlhamî Aktaşî gotiye belem 8 mîl dûrî Eceabatê di nava deryayê de noqî avê bûye û li gorî zanyariyên destpêkê 8 kes mirine.
Aktaşî diyar kir ku hinek penaber hatine rizgarkirin û di nave miriyan de 2 pitik hene.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên tîmên ewlehiya peravan berdewam dikin. (AÖ/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.