VÎDEO-NÛÇE
Belavkarê kovara Hawarê yê sînornenas: Ahmed Kurdî

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Ez li gundê Tinatê, di dibistana seretayî de bûm. Min û malim me li hev nekir. Min jê re got, ev navên ku tu dibêjî, bi kurmancî jî bibêje. Ez 12 salî bûm. Ewî jî şeqamek li min xist. Min jî hêkek li ser masê li ser çavê wî xist û min baz da.”
Ahmed Kurdî belavkarê kovara Hawarê ye. Ku ev kovar yekem a kurdî ya bi tîpên latînî ye. Bi van gotinên li jor, serpêhatiyên xwe vedibêje. Hevnaskirina wî û ya Celadet Alî Bedirxanî ya li Amûdê, dibe destpêka jiyaneke nû, ji bo wî.
Bixwîne - "Wextê min li hesin dixist, weko cin dihatin min"
Piştî hevnaskirinê, Celadet Alî kovara Hawarê daye wî da ku li Amûdê û li gundên wê belav bike. Li dû Amûdê, Ahmed Kurdî sînor derbas kiriye û berê xwe daye Serxetê. (FD)
* Nûçe/Pevxistin: Ferid Demirel
Diyarname 29 Reşemî: Ev rojname wê her ji çar salan carekê çap bibe

Weşana kurdî ya Radyoya Swêdê piştî 23 salan bi dawî bû: “Radyo pirek bû”

Muzîka Kurdî 2023: “Nazdar Nazdar”, Koma Amed, Şivan Perwer, hunermendên jin

LI STENBOLÊ WÊ DIBISTANA MUZÎKÊ YA EGÎDÊ CIMOYÊ VEBE
“Em dixwazin Egîdê Cimoyên nû derkevin”

“Dema em li betlaneyê bûn, rêveberiya Kurdistan24ê em ji kar derxistin”
