LI LICÊ POLÎSAN ÎŞKENCE LI CIWANEKÎ KIRIYE
Bav û parêzerê zarokê ku polîsan îşkence lê kiriye, îfade dane dozgeriyê

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Licê polîsan di 21ê Adarê de zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî bi rengekî dijyasayî desteser kiribû, îşkence lê kiribû û ew avêtibûn cihekî xalî. Piştî bûyer di medyaya mixalif de hate weşandin û kete rojeva mafparêzan, Serdozgeriya Komarî ya Licê bang li bav û parêzerê zarokê ku îşkence lê bûye kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, piştî ajansê hevpeyvîn bi malbat û parêzerê zarokê îşkence lê bûye re kirine, Serdozgeriya Komarî ya Licê telefonî xizmên zarokî kiriye û îfadeyên wan wergirtiye.
Çi bûbû?
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di 21ê Adarê de li Licê, polîsan Y.D.yê 14 salî û hevalê wî yê 10 salî dema diçûn malê sekinandine. Polîsan bêyî ku ti hincetê nişan bidin ew dane desteser kirine û “birine cihekî ewle, xwestine bi darê zorê pê bidin gotin ku ew tirk e, bi quntaxa çeke lê dane, paşê jî dest û pêyên wî girê dane û ew xistine nava kîsekî.”
Parêzerê malbatê Ramazan Karaalpî gotiye, “Nexweşxaneya Dewleê ya Licê rapora derblêdanê ji bo zarokê amade kiriye û paşê ew şandine Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û metirsî heye ku çavê wî yê rastê êdî nebîne.”
Bavê zarokî jî diyar kiribû ku dema ew li nexweşxaneyê bû polîsan ji wan re gotiye “Hûn Torosên Spî dixwazin” û gef li wan xwariye.
Y. D. hîna li nexweşxaneyê tê dermankirin. (AEK/FD)