Barzanî ji bo bi Erdogan re bicive çûye Enqereyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî çûye Enqereyê.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî ji bo hin hevdîtinên fermî hatiye Enqereyê.
Tê payîn ku Serokwezîr Barzanî bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re bicive. Hatiye diyarkirin ku Barzanî wê bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û hin endamên din ên kabîneyê re bicive.
Li gorî nûçeya Rûdawê, di civînan de dê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiye, Iraq û pêşhatên dawî yên li herêmê bên gotûbêjkirin.(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.