Barzanî: "Guhertinên li Iraqê divê di çarçoveya destûrê da bin"
.jpg)
Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê Mesût Barzanî, diyar kiriye ku her cure guhertina ku dê li welêt were kirin, divê di çarçoveya destûrê da be û herwiha divê mafê hemû pêkhateyan were parastin.
Barzaniyê ku Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye jî di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da wiha got, "Em geşedanan ji nêz va dişopînin.
Em piştgiriyê didin her cure gavî ku dê venegere dîktatoriyê û dê bibe piştevan ku krîz bi dawî bibe."
Barzanî wiha got, "Her cure guhertina ku dê li Iraqê were kirin, divê di çarçoveya destûrê da be û herwiha divê mafê hemû pêkhateyan were parastin."
Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî pêr ragihand ku ew ê îstifa bike, Barzanî daxuyaniyeke bi vî rengî da. Ji ber ku Kurdan di xwepêşandanên dijî hikûmetê da piştgirî dabûn Ebdulmehdî û destnîşan kiribûn ku pirsgirêk ne ji ber serokwezîrê ku ev salek e li ser peywirê ye, belê ji ber cîbicînekirina destûrê ye ku ev 15 sal e tê paşguhkirin.
Herêma Kurdistanê, serokwezîriya Ebdulmehdî wekî firsend bi kar anîbûn û ji bo çareserkirina pirsa neft û budceyê ku di navbera Hewlêr û Bexdayê da ji 2014an vir va dewam dike, gav avêtibûn.
Hewlêr û Bexdayê hefteya borî ragihandibûn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê wan li hev kir û ew ê peymana dawîn jî vê hefteyê îmze bikin.
Xwepêşandanên li Iraqê
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin û di van xwepêşandanên ku 1ê cotmehê dest pê kirin da heta niha ji 350î zêdetir kes hatin kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
(MB)
*Çavkanî: Önder Beyter /AA