Baran Bozyel wê li Stenbolê konserekê li dar bixe
Stranbêj Baran Bozyel piştî albuma wê ya nû derket, wê li Stenbolê konserekê li dar bixe.

Stranbêj Baran Bozyel ku di Adara 2019ê de albuma xwe ya bi navê “Çûka Reş” weşandiye, wê li Stenbolê konserekê bide.
Bozyel wê di dema konserê de stranên xwe yên ji albuma xwe ya nû û yên kevin bistirê. Di albuma wê ya nû de 8 stran hene ku navên wan “Dîlber”, “Şeftali Ağaçları”, “Hemoş”, “Çûka Reş”, “Dünya”, “Pêşmal Reş”, “Memyan E Memo” û “Potporî” ye.
Konsera Baran Bozyelê 11ê Çiriya Pêşiyê saet di 20.30 deqîqeyan wê li navçeya Şîşliyê, li Navença Çandê ya Bajêr ya Cemîl Candaşî pêk bê. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.