Bajar bi bajar li Tirkiyeyê hejmara nexweşên Covid-19ê

Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê cara yekem e hejmara nexweşan bajar bi bajar eşkere kir.
Li gor daneyên Wezaretê nexweş herî zêde li Stenbol, Îzmir, Enqere, Konya û Kocaeliyê hene. Li Stenbolê 8 hezar û 852, li Îzmirê 853, li Enqereyê 712, li Konyayê 584, li Kocaeliyê 410 nexweş hatine tespîtkirin.
Grafik: AA
Di rêza 10 bajarên ku lê herî zêde mirin hene Stenbolê bi 117 kesî di rêza pêşiyê de ye.. Li Îzmirê 18, li Kocaeliyê 8, Konya û Enqereyê her yek jê 7, Balikesîr û Trabzonê her yek jê 5, Edene û Sakaryayê jî her yek jê 3 mirin hatin dîtin.
Her wiha li 14 bajêran jimara nexweş di bin 14an da ye û li 13 bajêran jî ji 100î zêdetir nexweş hene. Bajarên ku nexweş lê herî kêm in Colemêrg, Burdur, Nîgde, Şirnex, Aksaray û Kirşehîr e.
Di nexşeya navborî da li gor bajêran jimara nexweşan wiha ye:
Edene 197 |
Edirne 89 |
Meletî 49 |
Semsûr 26 |
Elezîz 9 |
Manîsa 65 |
Agirî 29 |
Erzincan 17 |
Mêrdîn 34 |
Aksaray 4 |
Erzirom 86 |
Mêrsîn 9 |
Amasya 24 |
Eskîşehîr 83 |
Muxla 43 |
Enqere 712 |
Dîlok 37 |
Mûş 11 |
Afyon 11 |
Gîresun 61 |
Nevşehir 18 |
Antalya 95 |
Gumuşxane 12 |
Nîgde 3 |
Erdexan 5 |
Colemêrg 2 |
Ordu 73 |
Artvîn 15 |
Hatay 22 |
Osmaniye 31 |
Aydin 12 |
Îdir 25 |
Rîze 88 |
Balikesîr 87 |
Isparta 268 |
Sakarya 207 |
Bartin 8 |
Îzmir 853 |
Samsun 112 |
Êlih 7 |
Stenbol 8852 |
Sêrt 32 |
Bayburt 18 |
Mereş 15 |
Sînop 31 |
Bîlecîk 5 |
Karabuk 10 |
Sêwas 67 |
Çewlîk 8 |
Karaman 12 |
Riha 11 |
Bedlîs 22 |
Qers 25 |
Şirnex 3 |
Bolu 6 |
Kastamonu 13 |
Tekîrdag 101 |
Burdur 2 |
Qeyserî109 |
Tokat 80 |
Bursa 135 |
Kirikkale 22 |
Trabzon 74 |
Çanakkale 24 |
Kirklarelî 35 |
Dêrsim6 |
Çankiri 13 |
Kirşehir 4 |
Uşak 38 |
Çorum 29 |
Kilîs 16 |
Wan 26 |
Denizlî 81 |
Kutahya 5 |
Yalova: 46 |
Amed 26 |
Konya 584 |
Yozgat 13 |
Duzce 21 |
Kocaelî 410 |
Zonguldak 112 |
Çavkanî: AA