Bafil Talabanî dîsa bû serokê YNKê
Bafil Talabanî bi piraniya dengan dîsa weke Serokê YNKê hate hilbijartin.

Partiya Yekitiya Niştimanê Kurdistanê(YNK) li Herêma Kurdistana Iraqê duyemîn partiya mezin e. Duh li 5emîn Kongreya YNKê de Bafil Talabanî dîsa weke serokê partiyê hat hilbijartin.
Duh(27ê Ilonê) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê 5emîn Kongreya Asayî ya Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) pêk hat.
Kongre li Eywana Hunerê ya Silêmaniyê bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek nûnerên partiyên siyasî yên Iraqê hate destpêkirin.
Di kongreyê de Bafil Talebanî bi piraniya dengan careke din weke Serokê YNKê hate hilbijartin.
Her wiha delegeyan bi yekdengî Kosret Resûl Elî û Hêro Îbrahîm Ehmed ji ber rol û hewlên wan ên di dîroka YNKê de weke “Sembolên Bilind ên YNKê” destnîşan kirin.
(AEK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.