Awistûryayê destûr neda wezîrê aborîyê yê Tirkiyeyê
Wezîrê aborîyê yê Tirkiyeyê, Nîhat Zeybekçîyî xwest beşdarî rêûrisma li Awistûryayê ya bîranîna Hewildana Derbeyê bibe. Awistûryayê destûr neda wezîrî.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê aborîyê yê Tirkiyeyê, Nîhat Zeybekçîyî xwest beşdarî rêûrisma li Awistûryayê ya bîranîna Hewildana Derbeyê bibe. Awistûryayê destûr neda wezîrî.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Reutersê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Awistûryayê, Thomas Schnoll ji radyoya ORFyê re axiviye û diyar kiriye wan destûr nedaye.
Schnollî gotiye “[hatina wezîrê Tirkiyeyê] tehdîdeka li ser rêkûpêkiya civakê û ewlehiya wê ye.”
Herweha Schnollî eşkere kir heke Zeybekçî bixwaze digel rayedarên wî welatî re bicive derî dê her dem ji bo wî vekirî be.(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.