Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan a AtolyeBİAyê wê dest pê bike
Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan a AtolyeBİAyê wê di navbera di 7-8 û 9ê Îlonê de li Stenbolê çêbibe. Ji bo beşdariyê heta 31ê Tebaxa 2018ê hûn dikarin serî lê bidin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet wê di 7-8 û 9ê Îlonê de Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan çêbike.
Wênekêşê ji bo nûçeyan û dokumantaran Ozcan Yurdalan wê dersê li atolyeyê bide.
Bianet bang li rojnamegeran li medyayên cida kar dikin, rojnamegerên bêkarmane hiştin û xwendekarên beşên rojnamegeriyê, yên radyo û sînemayê yên fakulteyên ragihandinê dike ku beşdarê atolyeyê bibin.
Kesên ku dixwazin beşdarî li atolyeyê bikin divê forma serlêdanê dagre û ji navnîşana [email protected] re bişîne.
Serîledana ji bo beşdariyê wê heta 31ê Tebaxa 2018ê berdewam bike. (HK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.