Atolyeya Medyaya Nû wê di meha Gulanê de çêbibe

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolye BIA li bendê ye ku hûn ji bo Atolyeya Medyaya Nû Ya Ji Bo Rojnamegeran serî lê bidin. Atolye wê li Stenbolê çêbibe.
Bixwîne - Atolye BIA wê Kargeha Medyaya Kurdî çêbike
Rojnamegerên hîna kar dikin, rojnamegerên bêkar hatine hiştin, xwendekarên beşa rojnamegerî û radyo û televizyonê yên fakulteyên ragihandinê, rêxistinên mafparêz û hemû kesên bi vê mijarê re eleqedar wê bikaribin serî lê bidin.
Bername wê di navbera 13 û 20ê Gulana 2019ê de çêbibe. Heta 2yê Gulanê wê serîlêdan bên qebûlkirin. Tenê 15 kes wê karibin beşdarî atolyeyê bibin.
Bixwîne - Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan wê dest pê bike
Di atolyeyê de wê dersdêr li ser medyaya nû, nûçegihaniya di medyaya nû de, navgînên ku medyaya nû dewlemendtir dikin û yên ku berbiçav dike, zanyariya bingehîn a kişandina vîdeoyan, pevxistina lineer û non-lineerê, navgîn û bikaranîna pevxistinê, pevxistina bingehîn a ji bo nûçeyên televizyonan, pevxistina kurtebelgefilman, çêkirina vîdeoyên ji bo medyaya civakî û ewlehiya dijîtal bên dayîn.
Bername
Pinar İlkiz, Dîrektora Ragihandin û Pêşxistinê û Mûrat Ûtkû, dersdêrê Zanîngeha Kadîr Hasê û rojnameger wê dersan bidin.
Formek wê bi wan kesan re bê parvekirin ku serîlêdanên wan hatine qebûlkirin. Wê di vê formê de lîsteya mijarên xwendinê û xebatên ji bo amadekirayê tê de hebin. Her weha hûn dikarin bi rêya vê lînkê pirtûkên bianetê bixwînin.
Hûn dikarin pirsên xwe bi rêya vê e-mailê bişînin: [email protected]
* Beşdariya atolyeyê bi pereyan e. Ji bo xwendekar û rojnamegerên bêkar 200 TL, ji bo kesên ku dixebitin 300 TL ye.
** Di dawiya atolyeyê de wê sertifîka li beşdaran bê belavkirin.
*** Ji bo kêm kesan wê bûrsa perwerdeyê û ya cihê mayînê û xwarinê bê dayîn.
Ji bo forma serlêdanê bitikîne
Derbarê Atolye BIAyê de
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2002yê û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Di nava sala 2018ê de 7 kargehên cida bi beşdariya 101 kesan çêbû. Di sala 2019ê de jî wê ev atolye bên çêkirin.
Bernameyên Atolye BIAyê, li Stenbolê li wê avahiyê dê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe. (SO/FD)