Artêşa tirk çeperên YPGê bombebaran kirin
Balafirên artêşa tirk li bakurê Helebê li herêma Maarrat Umm Hawshê çeperên YPGê bombebaran kir. Herwiha bi ser gundên Efrînê de jî bi tang û topan êriş kirin.
.jpg)
Ji bo nûçeya Îngilizî / Tirkî bitikîne
TSKê (artêşa tirk)bi daxuyaniyek ragihand ku balafirên wan duh li bakurê Helebê li herêma Maarrat Umm Hawshê 18 çeperên YPGê hatiye bombekirin.
TSKê di wê daxuyaniya xwe de îdia kir ku gelek wesayîtên zirxî û avahiyeke biryargehê hatiye bombekirin û 160-200 şervanên YPGê jî hatiye kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî di nûçeya xwe de got ku balafirên artêşa tirk li dijî hêzên YPGê êriş kirine û herwiha bi tang û topan gundên êrişî Dêr Bêlût, Hemam û Meydan Ekbis yên girêdayê Efrînê kirine.
Hat ragihandin ku tenê 13 top li gundê Dêr Belûtê ketiye lê derbarê bîlançoyê de ti agahî bi dest neket.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.