Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anî
Hat îdiakirin ku di êrîşê de çekên ku ji rejîma berê ya Sûriyeyê mane hatine armanckirin.

Artêşa Îsraîlê duh (18ê Sibatê) di saetên şevê de li başûrê Sûriyê êrîşek esmanî pêk anî.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê da hat gotin ku êrîşa hewayî li herêma Sasa ya li bejahiya paytext Şamê hatiye kirin.
Hat îdiakirin ku di êrîşê de çekên ku ji rejîma berê ya Sûriyeyê mane hatine armanckirin. Li gel daxuyaniyê dîmenên êrîşa hewayî jî hatin parvekirin.
Artêşa Îsraîlî gelek caran ji ber hincetên bi vî rengî êrîşên asmanî li ser Sûriyê pêk tîne.
כלי טיס של חיל האוויר תקפו לפני זמן קצר, בהכוונת אוגדה 210 אמצעי לחימה של המשטר הסורי הישן במרחב סעסע שבדרום סוריה.
— צבא ההגנה לישראל (@idfonline) February 18, 2025
צה״ל ימשיך לפעול על מנת להסיר כל איום על מדינת ישראל pic.twitter.com/sA0Dl8DpfV
(VC/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.