Armen Sarkisyan bû serokkomarê nû yê Ermenistanê
Di dîroka Ermenistanê de bû cara pêşiyê ku parlamentoyê serokkomar hilbijart. Ji endamên parlamentoyê 90 kesan ji bo Armen Sarkisyanî dengê erê da û 10 kesan jî dengê na da. Di encama dengdanê de Sarkisyan bû serokkomarê Ermenistanê.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di dîroka Ermenistanê de bû cara pêşiyê ku parlamentoyê serokkomar hilbijart. Ji endamên parlamentoyê 90 kesan ji bo Armen Sarkisyanî dengê erê da û 10 kesan jî dengê na da. Di encama dengdanê de Sarkisyan bû serokkomarê Ermenistanê.
Ji bo serokkomariyê bi tenê yek berendam hebû. Armen Sarkisyan li ser navê Partiya Taşnaksutyun û Partiya Komarê berendamê serokkomariyê bû.
Li gor Qanûna Bingehîn ya Ermenistanê, ji bo kesek bibe berendamê serokkomariyê divê çaryeka endamên parlamentoyê bi nivîskî piştgiriyê bide berendamê/î.
Sarkisyan dê di 9ê Nîsanê de ji bo serokkomariyê bê erkdarkirin.(PT/MB)
Çavkanî: News.am, PanArmenian
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.