Amerîka, YE, Almanya û Fransayê piştgirî dan peymana QSD û hukumeta nû ya Suriyeyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û Serokomarê Demkî yê hukumeta nû ya Sûriyeyê Mihemmed El-Culanî (Ehmed El-Şara) di 10ê Adarê de peymanek îmze kirin.
Têkildarî peymanê li cîhanê gelek welatan daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya ji bo peymanê anîn ziman. Roja ku peyman hate îmzekirin li Rojhilata Navîn welatên weke Urdun, Qetar û Erebistana Siûdî, Kuveyt, İraq û Herêma Kurdistanê pêşwazî li peymanê kirin û piştgirî dan peymana di navbera HSDê û hukumeta Sûriyeyê.
Her weha welatên weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Yekitiya Ewropayê(YE), Almanya û Fransayê ji bo peymana di navbera HSDê û hukumeta nû ya Sûriyeyê daxuyanî dan.
DYA: Em bi kêfxweşî pêşwaziya peymanê dikin
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio piştgirî da peymanê û weha got:
“DYA bi kêfxweşî pêşwaziyê li peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de dike ku ji bo yekkirina bakurê rojhilat di nav Sûriyeyeke yekgirtî de.”
“Dewletên Yekbûyî piştgiriya xwe ji bo veguheztinek siyasî careke din dûpat dike ku rêveberiya pêbawer û ne-mezhebî wekî baştirîn rê nîşan dide ku rê li ber pevçûnên zêdetir bigire, dubare dike. "Em ê çavdêriya biryarên ku ji hêla rêveberiya demî ve hatine girtin bidomînin û tundiya kujer a vê dawiyê ya li dijî kêmneteweyan bi fikar binirxînin."
“Ji bo rê li pevçûnan were girtin divê hikûmeteke nemezhebî ya pêbawer were avakirin û ev yek jî rêya herî baş e. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo vê veguheztina siyasî careke din dupat dikin. Em ê çavdêriyê li wan biryarên ku ji aliyê rêveberiya demkî ve hatine girtin, bikin û vê bidomînin. Her weha em ji tundkariya xwînawî a vê dawiyê ya li dijî kêmneteweyan dilgiran in û em ê vê bi şopînin.”
Almanya: Gaveke girînge
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê derbarê peymanê de li ser hesabê Xê peyamek belav kir û got:
“Yekgirtina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê gaveke girîng e ber bi Sûriyeyeke yekgirtî ve. Çûna Kurdên Sûriyeyê û hêzên wan a nav dezgehên dewletê ber bi Sûriyeyeke yekgirtî û beşdariya siyasî ya hemû komên niştecî ve gaveke girîng e. Me di hefteyên borî de bi hevbeşên xwe re li ser vê peymanê kar kiriye."
"Em her roj dibînin li Sûriyeyê çi di metirsiyê de ye. Kuştina armancdar a bi sedan welatiyên sivîl sûcek e û divê bi temamî lêkolîn li serê bê kirin.”
“Tenê wê demê aştî li Sûriyeyê berqerar dibe ku hemû Sûriyeyî bi wekhevî û di nav ewlehiyê de bijîn."
Fransa: Divê peyman ewlehiya hevparên me yên Kurd garantî bike
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew bi telefonê bi Mezlûm Ebdî re axiviye.
Jean-Noël Barrot eşkere kir ku ew piştgiriyê didin peymanê û got:
“Divê peyman mafan, ewlehiya hevparên me yên Kurd û berdewamiya şerê li dijî DAIŞê garantî bike."
Her weha Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got:
"Ev peymana siyasî ya ku em û hevparên xwe yên Amerîkî beşdarî bûn gaveke erênî ye ber bi çareseriyeke aştiyane ya bi rêya dan û standinan ve ku yekîtiya Sûriyeyê, beşdariya Kurdan a di pêvajoya veguhastina siyasî de û garantikirina maf û berjewendiyên wan dihewîne.
Fransa wekî ku ji destpêka qonaxa veguhastinê ve hewl daye dê dîsa hewlên xwe yên ji bo hêsankirina diyaloga di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û hevparên xwe yên Kurd ên li bakurrojhilatê Sûriyeyê de bidomîne."
Yekîtiya Ewropayê: Ji bo aramiyê rê xweş dike
Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê piştgirî da vê peymanê û got, "Ji bo zêdebûna aramiyê û paşerojeke çêtir ji bo Sûriyeyiyan rê xweş dike."
Xalên peymanê ev in:
1- Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.
2- Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.
3- Li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.
5- Sûriyiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.
6- Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.
7- Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.
8- Komîteyên Rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.
*Çavkanî: AA, MA, Rudaw, Nupel
(AY)