Tora Pekînê parêzer şîrove kir
“Ahmet Şik dizane ku ew ji ber sebebên siyasî hatiye girtin, moralê wî baş e”

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ahmet Şik û hevjîna wî duhî li Girtîgeha 9. a Silivrîyê hev dîtin û paşê parêzer jî çûn dîtina wî.
Parêzerê Ahmet Şikî, Tora Pekînî piştî ku li Girtîgeh Sîlîvrîyê bi wî re hev dît ji bianetê re axivî.
Wî got Ahmet Şik jî di heman şertê girtiyên dî yên xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê de ye.
Pekînî got destûr nîne ku Ahmet Şik nameyan binivîse an jî kitêban bistîne.
“Ew dizane ku ew bi awayekê neheqane li girtîgehê ye. Ji ber wê yekê moralê wî xweş e.”
Ahmet Şik jî wek girtiyên dî yên xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê dikare di hefteyê de carekê bi awayekê girtî hevdu bibîne û du mehan carekê bi awayekê vekirî hevdu bibîne.
Çi bûbû?
Ahmet Şik ji ber Twîtên xwe û nûçeyên xwe di 29ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de hatibû desteserkirin. Mijara desteserkirina wî ji parêzerên wî re nehat gotin lê ji bo Ajansa Anadolûyê hatibû şandin.
Lêpirsîn ji ber hin Twîttên wî û nûçeyên wî yên li malpera Rojnameya Cumhuriyetê belav bûyîn hatiye vekirin.
Ew bi “propagandaya rêxistina terorî” û “şikandina rûmeta dewletê û organên medyayê” tê sûcdarkirin.(EKN/MB)
Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
.jpg)
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?

PARÊZER MAHSÛNÎ KARAMAN
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”

Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye

Atîlla Taş dîsa hat girtin
