Ahmet Şik: Desthilata mafyayî dê wan tiştan bibîne ku heq dike
Hemî bersûcên doza Oda TVyê, serbest hatin berdan. Dadgehê biryar da ku delîlên ji bo girtina wan kêm in.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ahmet Şikî ji doza Oda TVyê beraet kir. Leşkeran ew ji dadgehê ji bo Girtîgeha Sîlîvrîyê bir. Dema Şik ji dadgehê dihat derêxistin wî got:
“Bila ev biryar ji bo wan kesan ku Doza Cumhuriyetê nivîsîye bibe dersek. Em ê jiyaneka welê pêk bînin ku xeyalên zarokên me ne. Ev desthilata mafyayî, ev rêxistina ji xerabiyan pêk hatî dê wan tiştan bibîne ku heq dike... Hemî dê biçin heman sergoyî. Cemaet li kîjan sergoyê siyasetê be AKP jî dê biçe wê derê.”
Wan kesên li dozê temaşe kirîn gotin “Ahmet dê derbikeve, dê dîsa binivîse.”(EKN/MB)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.