74 hezar û 193 kes nexweş in, hezar û 643 kes jî mirine
Duh li Tirkiyeyê 125 kes ji ber Covid-19ê mirine, 4 hezar û 801 kes jî birîndar bûne.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenudiristiyê daneyên yên yên derbarê belavbûna Covid-19ê ango koronavirusê li ser malpera xwe weşandiye.
Duh nexweşî li 4 hezar û 801 kesên din hatiye dîtin, 125 kes mirine. Hezar û 415 nexweş jî baş bûne.
Duh testa 40 hezar û 427 kesan hatiye kirin.
Li gorî daneyên ku hatine weşandin, heta niha testa pêncsed û 18 hezar û 143 kesan hatiye kirin. Hejmara nexweşan gihîştiye 74 hezar û 193yan. Her weha hezar û 643 kes mirine.
Dermankirina hezar û 854 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube hezar û 40 e. 7 hezar û 89 nexweş jî baş bûne. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.