6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Racî Bîlîcî, rêveberê IHDyê hatiye birîn

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (IHD) Parêzer Racî Bîlîcî bi îdaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Dadgehkirina Bîlîciyî îro li li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye.
Bîlîcî, parêzerên wî û gelek parêzer û mafparêz li danişînê amade bûne.
Di danişînê da dozger nêrîna xwe ya bere dûbare kiriye û xwestiye ji 7 heta 15 salan ceza li Bîlîcîyî were birîn.
Bîlîciyî di parastina xwe da gotîye: “Min 22 salan mamostetî kir. 3 meh piştî derbeyê ez ji kar hatim dûrxistin. Ji bo ku parêzertiyê bikim min ji peywira xwe îstîfa kir. Ez niha weke parêzerêkê li pêşberî we me. Bi salên dûr û dirêj min parazvaniya mafên mirovan kir û bi awayekê çalak xebitîm. Min rêvebertîya IHDê û Serokatiya Şaxa IHDê ya Amedê kir. Em weke parazvanên mafên mirovan, bin pê kirinên mafan tespît dikinû weke rapor di weşînin. Ji bo ku c arek din binpê kirinên mafên mirovan neyîn jiyîn, me hevdîtin bi rayedar û desthilatên siyasî ra kirine, ji bo ku şer û pevçûn rû nedin, me bi dehan caran hevdîtin bi desthilatdarîya siyasî re kir. Ez beraeta xwe dixwazim.”
Piştî parastina Bîlîciyî û parêzeran, heyeta dadgehê Bîlîcîyî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” bi 6 sal û 3 mehan mehkûm kiriye. (AY/FD)
* Çavkanî: MA